Rojava - Kobaniyan girtina hevserok û parlamenterên HDPê şermezar kirin
Îro li bajarê Kobanî, bi dehan welatî li meydana Aşitî ya bajêr kom bûn û li dijî girtina hevserokên HDPê û parlamenterên wê partiyê nerazîbûn nîşan dan.
Xwepêşanderan dan xuyakirin ku armanca Tirkiyê ji girtina siyasetmedarên kurd ew e ku vîna gelê Kurd teslîm bigire bila bizanibe ku ew nikarin ti carî vê yekê bikin û gelê kurd serê xwe li hember wan natewîne.
Basnews
