• Monday, 23 February 2026
logo

Demirtaş birin Edirneyê

Gulan Media November 5, 2016 Nûçe
Demirtaş birin Edirneyê
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş piştî biryara girtinê şandine girtîgeha tîpa F ya Edirneyê, Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag jî şandine girtîgeha Kocaeliyê.

Di çarçoveya jêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, dadgeha Amedê derbarê hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag de biryara girtinê dabû.

Selahattin Demirtaş duh bi şev bi helîkopterê veguhestine girtîgeha tîpa F ya bajarê Edirneyê. Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag jî şandine girtîgeha tîpa F ya Kandirayê ya li bajarê Kocaeliyê.

Li gel herdu hevserokan, Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Balûken, parlamenterên HDPê Nûrsel Aydogan, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim, Selma Irmak , Ferhat Encu û Abdullah Zeydan jî hatibûn girtin.

Demirtaş: Nikarin vîna me bişkînin

Ji aliyê din ve piştî biryara girtinê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş nameyek bi dest nivîsandibû da parêzerê xwe Mahsuni Kahraman.

Demirtaş di nameya xwe de dibêje ew û hevalên wî dê heta dawiyê li hember vê “darbeyê” rawestin.

Demirtaş di nameya xwe de dibêje: “Qonaxeke din ê darbeya sivîl a hikûmet û qesrê dest pê kiriye. Ez û hevalên xwe, emê li hember vê darbeyê rawestin. Em dixwazin bê zanîn ku emê bi tekoşîna demokrasî û azadiya gelê xwe ve girêdayî bin. Dê ev rojên zulmê li hember berxwedanê bi dawî bin.”

Demirtaş di peyama xwe de diyar dike ku bi van kiryaran vîna wan nayê şikînandin û şert û merc çi dibin bila bibin dê tekoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin.

Rudaw
Top