• Monday, 23 February 2026
logo

Parlamenterên kurd ên Îranê girtina HDPyiyan şermezar kirin

Gulan Media November 5, 2016 Nûçe
Parlamenterên kurd ên Îranê girtina HDPyiyan şermezar kirin
Du parlamanterên kurd ên Parlamentoya Îranê, girtina hevserok û parlamenter3en HDPê şermezar kirin û daxwaz kirin parlamenterên kurd serbest bên berdan.

Nûnerê bajarê Sine, Kamyaran û Dîwandereyê Seyîd Ehesen Elewî, bi daxuyaniyekî girtina parlamenterên HDPê weke guman û plengerî bi nav kir û got: “Ev yek jêbirina navê kurdan e li navendên siyasetê de û têkbirina siyaseta kurd e.”

Ehesen herwiha diyar kir, “Divê hikûmeta Enqerê tavilê parlamenterên kurd azad bike û daxwaza lêborînê ji civaka kurd li Tirkiyê bike.”

Herwiha parlamenterê Bokanê Qasim Osmanî derbarê girtina nûnerên kurd weke “binpêkirina mafên mirovan û li dijî exlaqê siyasî” binav kir.

Osmanî got: “Em li hêviyê ne ku hikûmeta Tirkiyê ji vê zêdetir mafê gelê kurd û mafên mirovan binpê neke da ku li welat aramî û aştî cîbicî bibe.”

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî li ser torên civakî jî li dijî girtina parlamenterên HDPê nerazîbûneke mezin nîşanda û ev kiryar şermezar kir.

Rudaw
Top