• Monday, 23 February 2026
logo

Osman Baydemir: Me parçe pace jî bikin…

Gulan Media November 5, 2016 Nûçe
Osman Baydemir: Me parçe pace jî bikin…
Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir piştî biryara girtina hevserokên HDPê û çend parlamenterên din ên wê partiyê ragihand, ku ew weke şervanên azadiyê dest ji doza xwe ber nadin.

Îro hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û herwiha 10 parlamenterên din wê partiyê birin pêşberî dadgehê, da ku îfade ji wan were wergirtin.

Piştre dadgehê biryara girtinê bo hevserokên HDPê, Demirtaş û Yuksekdag û 6 parlamenterên din ên bi navê navê Idrîs Baluken, Nusersel Aydogan, Leyla Birlik, Selman Irmak, Abdullah Zeydan û Ferhat Encu hatin girtin.

Piştî ku girtina hevserokan û çend parlamenteran, komek ji parlamenterên HDPê bi rêya medyayên civakî konfranseke rojnamevaniyê pêk anîn.

Di vê konfransa rojnamevanî de, Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî û ragihand, ku ew weke şervanên azadiyê dest ji doza xwe bernadin û ew dê li ser rêya xwe berdewam bin.

Osman Baydemîr got:

“Eger me parçe parçe jî bikin, em weke şervanên azadiyê dest ji vê doza xwe bernadin û em ji ya xwe nayên xwarê. Îro li hember îradeya gel, kî bixwaze darbeyê bike, kî dibe bila bibe, ew miroveke ketî û faşîst e. Ew darbeya ku di 15ê Tîrmehê de pêk hat, çi qadî ketî û faşîstane bû, ev darbeya niha jî di heman astê de ye.”

Baydemîr tekez kir, ku ew serê xwe bi ti awayî ber ti kesî natewînin û wiha berdewam kir:

“Em serê xwe li ber ti kesî natewînin û bila gumana ti kesî jî nebe, ku teslîmbûn mirob ver bi koletiyê ve dibe. Teslîmbûna HDPê tê wateya wê yekê ku Kud û cufdahiyên ku hene û ew hemû civak dibin kole. Em ti caran ji koletê re nebêjin erê. Li hember wan polîtîkayên kolekirinê ti caran serê xwe netewînin û emê li ber xwe bidin, heya îro çawan ku me li ber xwe daye, ji îro şûn de jî emê li ser berxwedana xwe berdewam bin.”

Parlamenterê HDPê yê Rihayê herwiha bang li Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan kir û got, cane ku Xweda daye û herwiha dengê ku gel daye wan, li cem wan emant in û tekez kir, ku mafê ti kesî nîne wan emanetan bistîne û hedê wan jî nîne.

Rudaw
Top