• Monday, 23 February 2026
logo

PDK: Binçavkirina endamên HDPê rewşeke metirsîdar e

Gulan Media November 4, 2016 Nûçe
PDK: Binçavkirina endamên HDPê rewşeke metirsîdar e
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) binçavkirina parlamenterên HDPê weke rewşeke metirsîdar bi nav kir.
Koma parlamentoya PDKê di derheqê parlamenterên HDPê de daxuyaniyek bo çapemeniyê belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku binçavkirina siyasetmedarên kurd (hevserokên HDPê û parlamenterên HDPê) rewşeke metirsîdar e. Ev kirarî xizmeta demokrasiyê nake. Şer, pevçûn û qebilnekirina hevdû xizmeta jiyana pêkve nake.”

Di dirêjiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Li hemberî rewşa aloz a Rojhilata Navîn tê hêvîkirin ku Tirkiye aşîtî û demokrasiya xwe pêşde bibe. Em hêvî dikin ku Tirkiye di demeke zû de problemên heyî safî bike û li şûna şîdetê vegere aşîtî û aramiyê.”
Top