PDK: Binçavkirina endamên HDPê rewşeke metirsîdar e
Koma parlamentoya PDKê di derheqê parlamenterên HDPê de daxuyaniyek bo çapemeniyê belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku binçavkirina siyasetmedarên kurd (hevserokên HDPê û parlamenterên HDPê) rewşeke metirsîdar e. Ev kirarî xizmeta demokrasiyê nake. Şer, pevçûn û qebilnekirina hevdû xizmeta jiyana pêkve nake.”
Di dirêjiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Li hemberî rewşa aloz a Rojhilata Navîn tê hêvîkirin ku Tirkiye aşîtî û demokrasiya xwe pêşde bibe. Em hêvî dikin ku Tirkiye di demeke zû de problemên heyî safî bike û li şûna şîdetê vegere aşîtî û aramiyê.”
