• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandarek: Ji bo azadkirina Hewîce em li benda saeta sifir in

Gulan Media November 4, 2016 Nûçe
Fermandarek: Ji bo azadkirina Hewîce em li benda saeta sifir in
Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê diyar kir ku ji bo azadikirina bajarokê Hewîcê ew li benda fermanê dikin ji ber divê li ser vê mijarê hemû alî rêkbikevin.

Fermandarê hêzên pêşmergeyên kurdistanê yê eniya rojhilatê Kerkûkê, Husên Yezdanpena ji bo BasNews ê ragihand: ku heta Hewîce azad neken, Kerkûk bi temamî ewle û aram nabe. Ji bo vê ji divê Hewîce bête rizgarkirin.

Wî fermandarî ev yeke jî zelal kir ku: ‘’Ji bo azadkirina Hewîcê divê hemahengî û rêkeftin di navber hemû aliyan de be û azadkirina bajarê Hewîce ji destê DAIŞê pir girînge û em li benda fermana berpirsên lê serxwe ne.’’

Basnews
Top