Yekîtiya Ewropayê girtina rêveberên HDPê şermezar kir
Derbarê girtina Rêveberên HDPê Berpirsa Pêwendiyên Derbe ya Yekîtiya Ewropayê Federika Mogherînî li ser malpera xwe ya Tiwîterê daxuyaniyek belav kir, tê de girtina Hevserokên HDPê û Perlementerên wê bi tûndî şermezar kir.
Mogherînî da zanîn ku, perlementerên HDPê xwedî bîrûbaweriyên kurin û ji ber wan baweriyên xwe danûstandin ligel rayedarên Tirkiyê re dikirin.Da zanîn ku, ew li Tirkiyê derbarê wê mijarê kombûne.
Derengiya şeva borî 11 perlementerên HdPê ji aliyê Polîsên Tirkiyê hatin girtin, di nav wan de Her du Hevserokên HDPê hene.
K24
