• Monday, 23 February 2026
logo

Demîrtaş: Tenê gel dikare min darizîne

Gulan Media November 4, 2016 Nûçe
Demîrtaş: Tenê gel dikare min darizîne
Hêzên ewlekariya Tirkiyê duh bi şev bi operasyoneke berfireh her du hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahedîn Demirtaş û 9 parlamenterên HDPê desteser kirin.

Selahedîn Demirtaş îro li Amedê derkete pêş dozgeriyê û parastina xwe kir.
Beşek ji îfadeyên Demirtaş wiha ye:

“Em nûnerên gel ên hilbijartî ne û nûnertiya kesayeta xwe nakin, ya wan dikin. Niha endameke parlamentoyê me ku parêzbendiya min a yasayî heye. Ez weke parlamenterekî li pêşberî we me. Ne mûmkine ku bêrêziya li hemberî îradeya gel û nasnameya xwe ku nûnertiya wê dikim, qebûl bikim.

Eger li hemberî dadgeheke bê alî bêm darizandin, ti caran xwe nadim paş. Ti hesabek nîne ku nekarim bidim. Li hember kesayetên we ti duman û bê rêziyê nakim. Lê ev dadgeh weke şanoyekî ye û bi fermana Erdoganê ku xwedan paşerojeke pir bi nakokî û şaîbe ye, hatiye sazkirin. Ez qebûl nakim bibim fîguranê vê şanoyê.

Ez bersivê nadim ti pirsiyarên we. Bawer nakim ku ti karekî we yê dariznadinê bi dadmend bibe. Anîna min a vê derê jî li dijî hiqûqê ye. Di qada siyasî de mûxxatabê siyasetmedaran dîsa kesên siyasî ne, ne ku endamên dadgehê. Di vê wateyê de weke karmendên dadweriyê yên pabendê prensîbên demokrasî û hiqûqê, divê hûn nebin parçeyekî lîstokên siyasî. Ti daxwaz û bendewariyeke min ji we nîne.

Jiber kar û xebatên min ên siyasî, tenê gel û ew kesên ez weke nûnerê xwe hilbijartime, dikarin min darizînin. “
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş piştî jêpirsînê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve, bi daxwaza girtinê şandine dadgehê.

Top