Belçîka: Kurd ne terorîst in û bûyerên li Tirkiyeyê şerekî çekdar e
Dadgeha Brûkselê ya Belçîkayê biryar da ku dozê li wan sazî û siyasetmedarên kurdan ên lêpirsîna pêwendiya bi terorîzmê re li wan hatibû vekirin veneke û bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin wek "dijber çekdar" bi nav kir.
Kongreya Neteweyên Kurdistanê(KNK) belgeyek weşand û tê de ragihand, "Dadgeha Belçîkayê biryar da ku doza terorîrzmê li sazî û siyasetmedarên kurdan veneke."
Sala 2010an dozgerê Federal ê Belçîkayê lêpirsîna girêdana bi terorîzmê re li çend sazî û siyasetmedarên kurdan dabû destpêkirin ku siyasetmedarên kurd, Remzi Kartal, Zubeyr Aydar, Adem Uzun televizyona û saziyên kurdî jî di nav wan de bûn. îro dadgeha Brûkselê biryar da ku dozê li wan kes û saziyan veneke.
