Bahçelî bo Erdogan merc diyar kir: Ocalan îdam bikin!
Îro pênşemî 3ê Mijdara 2016, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Niştîmanî ya nijadperest (MHP), Devlet Bahçelî li Koşka Serokomariyê li Enqerê civiyan.
Di vê civînê de, Recep Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî, dervarê vegrandina cezayê îdamê li Tirkiyê, pêdeçûn û sererastkirina destûrê û egera encamdana referandumê li wî welatî de gotûbêj bi hev re kirin.
Li gorî medyayên Tirkiyê, Bahçelî di vê civîna îro de, ji Erdogan re ragihandiye, ku partiya wî piştgiriya vegerandina cezayê îdamê dike, bi vê mercê ku Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî li xwe bigire û ew jî were îdamkirin.
Malpera televizyona Haberturkê ji çavkaniyên serokomariya Tirkiyê û MHPê veguhastiye, ku di civîna îro ya navbera Erdogan û Bahçelî de, ku nêzîkî 1 saetê dom kiriye, Bahçelî piştgiriya xwe bo vegerandina yasaya îdamkirinê ji Erdogan re aniye ziman, lê belê bo wê yekê merc daniye.
Li gorî heman çavkaniyê, Bahçelî bi aşkere ji Erdogan re gotiye, ku bo anîna yasaya îdamê, pêwîst e ew yasa, Abdullah Ocalan jî li xwe bigire.
Medyayên Tirkiyê belav kirine, ku Edogan û Bahçelî di roja 29ê Cotmeha bihorî ve biryar li ser sazkirina civîna îro dane, lê belê aşkere nekiribûn.
Civîna îro ya navbera Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê MHPê piştî wê yekê hat, ku Serokê MHPê di civîna fraksyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de, li ser vegerandina cezayê îdamkirinê axivîbû û gotibû: “Eger hikûmet bo vê mijarê amade be, MHP ji duh ve amade ye”. Ew yek jî weke amajeyekê bo piştgiriya MHPê bo vegerandina cezayê îdamkirinê li Tirkiyê.
Devlet Bahçelî herwiha daxwaz jî kiriye, ku AK Partî pêşniyara xwe ya ji bo guherîna sîstema siyasî û sererastkirina destûrê bibe parlamentoyê, da ku piştre bixin referandumê.
Rudaw
