Ji Enqerê daxuyaniya li ser HDPê
Rêveberiya Ragihandina Serokwezîriya Tirkiyê ragihand hevserokên HDPê jiber “neçûna pêş dozger” hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Piştî ku derbarê rakirina parêzbendiya yasayî ya hinek parlamenteran de, guhertinên destûrê pêk hatin, parlamenterên HDPê yên hatine binçavkirin, li ser daxwaza dadgehan neçûne pêş dozger. Lewma jî li ser fermana dozgeran biryara desteserkirinê tê pêkanîn.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û Parlamenterê Enqerê Sirri Sureyya Onder, bi tevê ku hatibûne vexwendin û neçûbûne dadgehê, li Enqerê hatine binaçavkirin.
Hêjayê gotinê ye ku di meha Gulanê de parlamentoya Tirkiyê bi 376 dengan yasaya derbarê rakirina parêzbendiya yasayî ya parlamenteran erê kiribû.
Rudaw
