• Monday, 23 February 2026
logo

Herêma Kurdistan û Îraq di warê xandina bala de hevahengiyê dikin

Gulan Media November 4, 2016 Nûçe
Herêma Kurdistan û Îraq di warê xandina bala de hevahengiyê dikin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 03.11.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ebulrezaq Îsa wezîrê xwendina bala û lêkolînên zanistî yê hikûmeta Îraqa federal û şandeya pê re kir.

Ebdulrezaq Îsa nêzîkî sê meha dibe weke wezîrê xandina bala û lêkolînên zanistî dest bi karê xwe kirî û ji bona vê yekê, serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahî lê kir û got ku ev serdan piştî kêmtir ji sê emha destbikarkirinê tê kirin wê yekê nîşan dide ku wezîrê nû dixwaze hevkarî û hevahengiyeke baş di navbera her du wezaretên xwendina bala û lêkolînên zanistî yên hikûmeta Îraqê û hikûmeta Kurdistranê de hebe.

Serokwezîr got ku, ji bona zêdetir xurtkirina têkeliyan di nav bera saziyên her du wezaretan de û ji bona pêşdebirina asta xwendina bala li Îraq û Kurdistanê saziyên peywendîdarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkarî û hevahengiyê amadene. Barzanî got ku, perwerde, fêrkirin û xwendina bala kilîta guhertin û pêşkeftina welat û civakê ye.


Wezîrê xandina bala û lêkolînên zanistî yê hikûmeta Îraq diyar kir ku hevkarî û hevahengiyeke baş di navbera her du wezaratan li Îraq û Herêma Kurdistanê de heye û encumeneke hevahengiyê di navbera her du wezaretan de hatiye pêkanîn û dikare her du wezîrên perwerdeyê yê Îraq û herêma Kurdistanê jî di wê encumenê de cî bigirin.

Di civînê de, ku wezîrê xandina bala û lêkolînên zanistî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bibû, tekîd li ser wê yekê hat kirin ku giringe ew qanûnên serdema rijêm barê ya Îraq ve hatîne danan bên guhertin ji ber ku ew qanûn li pêşiya pêşkeftina asta xandina bala de rêgirin.

Top