Erdogan û Bahçelî dicivin
Hevdîtina Erdogan û Bahçelî dê demjimêr 14:00an de li Koşka Serokomariyê dest pê bike û tê çaverekirin mijarên wekî sîstema serokatî, derxistina yasaya bidarvekirinê werin gotûbêjkirin.
Berî niha Serokomar Erdogan ragihandibû ku, ew bawer dike yasaya bidarvekirinê ji parlementoyê derbas bibe. Ger derbas bû ew ê jî wekî Serokomar pesend bike.
Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî di kombûna partiya xwe ya li parlementoyê de got, ger hikûmet û Erdogan amade be MHP jî amade ye ku yasaya bidarvekirinê bipejirîne.
K24
