Ebûbekir Bexdadî ferman da çekdarên xwe: Êrişî Tirkiyê bikin!
Medyayên Iraqê belav kirine, ew tomara dengî zêdeitrî 30 deqeyan e û ji aliyê dezgeha “Furqan” a ser bi rêxistina DAIŞ ve hatiye belavkirin. Bexdadî paş opersyona 17 Cotmehê bo cara yekê ye ji çekdarên xwe re qise dike.
Di tomara denegî de Ebûbekir Bexdadî behsa piştrasbûna xwe li Mûsliê û bedewamiya şerî dike.
Çavdêr dibêjin ku ji gotinên Bexdadî wisa xuya dike ku rewşa DAIŞê li Mûsilê pir xirab e, ji bo wê jî daxwaz li pêkhateyên sunnî dike arîkariya DAIŞê bikin.
“Xelîfe”yê DAIŞê hevdem behsa rola Tirkiyê di şerê Mûsilê de dike û dibêje, ji ber ku Tirkiye li hemberî şer dike, şer derbasî nav Tirkiyê bikin. Mezinê DAIŞê her wihabêje, şerê Mûsilê şerek giştî ye û wek cîhadek mezin binav dike û daxwaz ji xelkê Mûsilê dike li dijî hêzên ewlehî yên Iraqê şer bikin.
Rudaw
