• Monday, 23 February 2026
logo

Parlamentereka kurd: Beşa budceya Herêma Kurdistanê ya 2017ê hat cihbicih kirin

Gulan Media November 3, 2016 Nûçe
Parlamentereka kurd: Beşa budceya Herêma Kurdistanê ya 2017ê hat cihbicih kirin
Parlamentera kurd a li parlamentoya Iraqê ragehand, ku beşa budceya herêma Kurdistanê di piroseya budceya giştî ya Iraqê de hate cihbicih kirin.

Parlamentera Iraqê Neda Mêrgesorî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, ku lijneya peyvendiyên parlamentoyê piroseya giştî ya budceya Iraqê bo sala 2017ê gotûbêjên vê berdewam dike.

Herwaha li gor gotinên Neda Mêrgesorî, di piroseya budceya sala 2017ê, sedî 17 beşa Kurdistanê û nirxên darayî yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye cihbicih kirin.

Li gor wê parlamentera jin ragehandiye, bo henardekirina beşa budceya Kurdistanê, pêwîste hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê gotûbêj bikin, ji ber di yasayê de beşa herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin, lê pêwîstî bi biryara siyasî heye ku bê henarde kirin.

Di sala 2013ê ve ji dema serokwezîriya Nûrî Malikî û şûnde, beşa budceya herêma Kurdistanê hatiye birîn.

Basnews
Top