• Monday, 23 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li sekreterê nû yê Partiya Komunîsta Kurdistanê dike

Gulan Media November 3, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li sekreterê nû yê Partiya Komunîsta Kurdistanê dike
Bi helkeftina hilbijartina wî weke sekreterê komîteya nawendî ya Partiya Komunîsta Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 02.11.2016ê di peywendiyeke telefonî de, pîrozbahî li Kawe Mehmûd kir û hêvî kir ku ew di kar û xebatên xwe de serkeftî be.

Nêçîrvan Barzanî bidawîhatina şeşemîn kongreya Partiya Komunîsta Kurdistanê bi awayekî serkeftê û hilbijartina komîteyeke nawendî ya nû ji partiyê re li Kawe Mehmûd pîroz kir û hêvî xwest ku Partiya Komunîsta Kurdistanê di basta erik û berpirsiyariya rewşa îro ya Herêma Kurdistanê de be. Rola Partiya Komonîsta Kurdistanê di tekoşêna gelê Kurdistanê de bilind nirxand û hêvî xwest ku ew partî rola xwe di bicîkirina wezîfeya xwe ya welatparêzî û neteweyê de bilîze.

Kawe Mehmûd sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wê pîrozbahiyê û tekîd kir ku, Partiya Komunîsta Kurdistanê, weke hertim, dê di erka xwe ya neteweyî de digel aliyên din yên Herêma Kurdistanê ji bo xizmeta hevwelatiyan û xelkê Kurdistanê berdewam dibe.

Top