Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li sekreterê nû yê Partiya Komunîsta Kurdistanê dike
Nêçîrvan Barzanî bidawîhatina şeşemîn kongreya Partiya Komunîsta Kurdistanê bi awayekî serkeftê û hilbijartina komîteyeke nawendî ya nû ji partiyê re li Kawe Mehmûd pîroz kir û hêvî xwest ku Partiya Komunîsta Kurdistanê di basta erik û berpirsiyariya rewşa îro ya Herêma Kurdistanê de be. Rola Partiya Komonîsta Kurdistanê di tekoşêna gelê Kurdistanê de bilind nirxand û hêvî xwest ku ew partî rola xwe di bicîkirina wezîfeya xwe ya welatparêzî û neteweyê de bilîze.
Kawe Mehmûd sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wê pîrozbahiyê û tekîd kir ku, Partiya Komunîsta Kurdistanê, weke hertim, dê di erka xwe ya neteweyî de digel aliyên din yên Herêma Kurdistanê ji bo xizmeta hevwelatiyan û xelkê Kurdistanê berdewam dibe.
