• Monday, 23 February 2026
logo

Parêzgarê Nenowa spasiya Serok Barzanî dike

Gulan Media November 2, 2016 Nûçe
Parêzgarê Nenowa spasiya Serok Barzanî dike
Parêzgarê Nenowa Nefel Hemadî îro li Dihukê daxuyaniyekê çapemenî da û bal kişand ser mijara koçberan û spasiya Serokê Kurdistanê kir.
Hemadî di kongreyeke da zanîn ku daxwaz li parêzgerê Dihukê Ferhad Ertoşî û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî kirine ku piştî rizgarkirin û avakirina wan navçeyên dagirkirî yên Mûsilê bi hemahengî li gel encûmena parêzgeha Nenowa koçberan bigrine navçeyên xwe.
Herwiha Hemadî daxwaz kir ku heta rizgarkirin û avedankirina temamî navçeyên Neinowa penaberan neşîne navçeyên xwe .
Nefel Hemadî di berdewamîya gotinên xwe de, ji bo hewandina penaberan, spasiya xelkê Kurdistanê û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
Parêzgarê Nenowa diyar kir ku pêwîste polîsê Iraqê li navçeyên azadkirî wek Hemdaniye, Bertile, Telkif, û navçeyên din yê rizgarkirî ji bo pêşewazîkirin li penaberan û amade kirina pêdiviyên jiyanê di amadeyî de bin û jiyana wan pebaberan jî biparêzin.
Top