Parêzgarê Nenowa spasiya Serok Barzanî dike
Hemadî di kongreyeke da zanîn ku daxwaz li parêzgerê Dihukê Ferhad Ertoşî û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî kirine ku piştî rizgarkirin û avakirina wan navçeyên dagirkirî yên Mûsilê bi hemahengî li gel encûmena parêzgeha Nenowa koçberan bigrine navçeyên xwe.
Herwiha Hemadî daxwaz kir ku heta rizgarkirin û avedankirina temamî navçeyên Neinowa penaberan neşîne navçeyên xwe .
Nefel Hemadî di berdewamîya gotinên xwe de, ji bo hewandina penaberan, spasiya xelkê Kurdistanê û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
Parêzgarê Nenowa diyar kir ku pêwîste polîsê Iraqê li navçeyên azadkirî wek Hemdaniye, Bertile, Telkif, û navçeyên din yê rizgarkirî ji bo pêşewazîkirin li penaberan û amade kirina pêdiviyên jiyanê di amadeyî de bin û jiyana wan pebaberan jî biparêzin.
