Parêzgeriya Colemêrgê: Cerdevan li ser kar in
Li gor ragihandina parêzgeriya Colemêrgê gotinên wekî li navçeya Çêlê gundê Çixliyê, cerdevan dev ji çekan berdane û çekên xwe jî radestî leşkergeha wî gundî kirine, bêbingeh û ji rastiyê dûr in.
Parêzgeriya Colemêrgê ragihand, li navçeya Çêlê gundê Çixliyê niha 82 cerdevan li ser kar in û li dijî PKKyê bibiryarî şerî dikin.
Li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê ve di demên dawî gelek şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de derdikevin, di encamê de gelek leşker tên kuştin. Tê gotin jî ku cerdevan jî çekên xwe radestî leşkergeha gund dikin û dev ji cerdevaniyê berdidin.
K24
