• Monday, 23 February 2026
logo

Maksîm Şevçenko: Barzanî dikare Mûsilê bi profesyonelî rizgar bike

Gulan Media November 2, 2016 Nûçe
Maksîm Şevçenko: Barzanî dikare Mûsilê bi profesyonelî rizgar bike
Rojnamevanên rûs ên navdar û psporê Rojhilata Navîn Maksîm Şevçenko diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê serokekî berpirsyar e ji cîhana sunî ya misilman û wiha got: "Tenê Barzanî xwedan hêza profesyonele ku bikarib Mûsilê ji DIŞIê paqij bikin.
Ez ji aliyê teknolojiya leşkerî ya pêşketî ve wiha dibêjim." Şevçenko bi Spûtnîkê re axivî û got ku bawer nake, Artêşa Iraqê bikare Mûsilê rizgar bike lê encex Tirkiye û Barzanî bikarin Mûsilê ji DIŞIê paqij bikin.
Şevçenko bi Spûtnîkê re axivî û got ku bawer nake, Artêşa Iraqê bikare Mûsilê rizgar bike lê encex Tirkiye û Barzanî bikarin Mûsilê ji DIŞIê paqij bikin.
Rojnamevanê rûs derbarê Erdogan û bandora wî li ser cîhana sunî de wiha got: Şeva 15ê Temûzê ku hewldana derbeya leşkerî têk çû, ev rastî derket holê: Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îsbat kir ku tenê di sindoqan de lê di xwepêşandanan de jî serokê bi miloyonan kesan e. Erdogan ji cîhanî misilmanên sunî berpirsyar e.
Tirkiye navenda xîlafeta îslamî ye. Tirkiye ticarî nehatiye dagirkirin lê Sûriye û Iraq bûne. Tirkiye bi xêra Mustafa Kemal Ataturk û rûdanên giring ên dîrokî her dem serbixwe maye. Tirkiye pêşketinên li Sûriye û Mûsilê bi bi baldarî dişopîne.
Pabendiyeke wiha ya Tirkiyeyê heye. Ji ber Tirkiye ji bo bi milyonan misilman giring e. Divê ev wiha bê fêmkirin. Dîrokê peywireke wiha da Erdogan û Tirkiyeyê. Ev rewş ne di destê Erdoganî de ye jî."

Top