• Monday, 23 February 2026
logo

Hevserokê PYDê: YPG ji bo şerê Reqayê amade ye

Gulan Media November 2, 2016 Nûçe
Hevserokê PYDê: YPG ji bo şerê Reqayê amade ye
Hevserokê PYD, Salih Musilm diyar kir ku YPG dê di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de beşdarî şerê azadkirina Reqayê bibe.

Paş daxuyaniyên berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Peter Cook ku diyar kiribû operasyona rizgarkirina Reqayê dê di çend hefteyên bê de dest pê bike, li ser mijara beşdarbûna hêzên kurdî di operasyonê de, daxuyaniyên cuda ji aliyê rayedarên Tirkiye û Amerîkayê ve tên dayîn.

Fermandarê payebilind ê Amerîkî li Iraqê Stephan Townsend di 26 Cotmehê de diyar kiribû, aktorê sereke yê di şerê Reqayê de Hêzên Sûriya Demokratik e, ku pêkhateya serekeya wê YPG ye.

Serokomar Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Bînalî Yildirim û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Fikrî Işik di hefteya derbasbûyî de jî gotêbûn, ne YPG belku divê Tirkiye cihê xwe di operasyona Reqayê de bigire.

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş jî 31 Cotmehê gotibû, divê oprasyona Reqayê paş xelasbûna operasyona Mertala Firatê be.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derheqê vê mijarê de ji BBC re gotiye ku YPG dê di bin sîvan Hêzên Sûriya Demokratîk de beşdarî rizgarkirina Reqayê bibe.

Salih Muslim her wiha gotiye, eger Tirkiye tevlî operasyona Reqayê bibe tenê ji bo piştgiriya DAIŞê ye. Li Mûsilê wisa ye, eger Tirkiye tevlî şerê Mûsilê jî bibe tenê bo alîkariya DAIŞê ye.

Hevserokê PYDê daye zanîn ku paş rizgarkirina Reqayê HSD li wir namîne û dê bajêr radestî rêveberiya sivîl bikin.

Basnews
Top