• Wednesday, 10 June 2026
logo

Amerîka bersiva Rûsyayê dide

Gulan Media November 2, 2016 Nûçe
Amerîka bersiva Rûsyayê dide
Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyên Wezîrê Bergirî yê Rûsyayê derbarê lipaşxistina proseya siyasî li Sûriyê redike.

Berî niha Wezîrê Bergiriyê yê Rûsyayê Sergy Şiwîgo ragehandibû ku, asoyên çareserkirina siyasî û vegerandina welatiyên Sûrî bo jiyaneke normal li bo demeke ne diyar paşket.

Derbarê wan daxuyaniyan Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby ew daxuyanî redkirin û got ku, Washinton kardike daku, careke din danûstandinên proseya siyasî di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wê destpê bike.

Kerby amaje bi daxwaza welatê wî di nebûna Esed di desthilatê de nîşan da, tekez kir ku, ti rola Esed di pêşeroja wî welatî dê wê nebe.

k24
Top