Hewramî: Piştî Mûsilê wê çarenivîsa Kurdistanê diyar bibe
Hewramî got: Em ji bo parastina asayişa Kurdistanê şerê DIŞIê dikin. Em kemîneyên Mûsilê diparêzin û em asayişa navçeyê û cîhanê diparêzin. Em bi nûneratiya mirovatiyê şer dikin. Em beşek in ji Hevpeymaniya Navdewletî bo jinavbirina DIŞIê.”
Hewramî derbarê aloziya ku beriya demekê li Kerkûkê çêbû de axivî û wisa pê de çû: Êrişa DIŞIê li ser Kerkûkê çaverêkirî bû, ji ber ku guvaşeke mezin ket ser wan li Mûsilê, ew jî hewlekî bêhêvî bû bo êrişê li ser wî bajêrî.
Li Şengalê jî hewla wê yekê dan lê hewlên wan têk çûn ku dixwestin êrişa li ser Mûsilê raweste.
Herwiha ew li Hewîca ne û Hewîca pir nêzîkî Kerkûkê ne, lewma êrişa wan tiştekî normal bû, ji ber ku li gelek navçeyên parêzgeha Kerkûkê çekdarên Heşda Şeibî hene.”
Hewramî bal kişand ser serxwebûna Kurdistanê piştî şerê Mûsilê û diyar kir ku bêguman serxwebûna Kurdistanê ne tenê daxwazek e û em neteweyek in û mafê me ye ku em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Iraqa piştî DIŞIê dê cuda be ji iraqa piştî DIŞIê.
Fedralî li Iraqê serkeftin bi dest ve neanî û hat şikestin û hevbeşî ser negirt, lewma me ligel Bexdayê dest bi danûstandinên derbarê paşeroja pêwendiyên xwe kiriye, lê hatêhazir em tekez dikin li ser rizgarkirina Mûsilê û şikandina DAIŞ’ê.
Bêguman piştî şerê Mûsilê emê hewlên zêdetir bidin bo mafê çarenivîsê û paşeroja kurdistanê.”
