Parêzgarê Kerkûkê xelata ‘Wêrekiyê’ da pêşmergeyê ku 70 birîndar rizgar kirin
Xwediyê otomobîla BMW, Ako Ebdurehman ku di Lîwaya 116 a Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê de pêşmerge ye û li navçeya Xurmatuyê erkê xwe yê pêşmergatiyê pêk tîne, di êrişa roja 21ê Cotmeha 2016 a DAIŞê bo ser bajarê Kerkûkê de, bi otomobîla xwe bi dehan welatiyên sivîl, pêşmerge, polîs û hêzên asyişê yên Kerkûkê ku di şerê li gel çekdarên DAIŞê de birîndar bibûn, bo nexweşxaneyên wî bajarî veguhastibûn.
Îro Parêzgarê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm weke rêzgirtinekê, xelata “Wêrekiyê” pêşkêşî xwediyê BMW a reş Ako Ebdurehman û pêşmergeykî din ê bi navê Ebas kir.
Her du pêşmergeyan di veguhastina birîndaran êrişa herî dawî ya DAIŞê de, gelek birîndar veguhastin nexweşxaneyan.
Di dema pêşkêşkirina xelatan de, Necmedîn Kerîm ragihand: “Qehremantî, wêrekî û canfîdayî ya hevwelatiyan û alîkariya wan bo hêzên ewlehiyê bûye sedema pûçkirina hewla terorîstî ya ser bajarê Kerkûkê.”
Di merasîmê de xwediyê otomobîla BMW, Ako Ebdurehman jî axivî û got, ku wî bi otomobîla xwe ya gullenebir kariye zêdetirî 70 kesan ji hêzên pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê yên Kerkûkê bo nexweşxaneyan veuhgêze.
Ew wêrekî û hevkariya Ako Ebdurehman ji aliyê xelkê Kerkûkê û tevahiya xelkê Kurdistanê ve weke helwesteke camêrane hat wesifkirin.
Pêştir jî di dema hevdîtina li gel televizyona Rûdawê, nûnerê kompaniyaya BMW li Bexdayê ragihandibû, ku ew amad ne otomobîka Ako Ebdurehman jê re çê bikin.
Rudaw
