• Friday, 22 May 2026
logo

Netewên Yekgirtî hişyarîya kiryarên tolvekirinê li dijî welatîyên Mûsilê da

Gulan Media November 2, 2016 Nûçe
Netewên Yekgirtî hişyarîya kiryarên tolvekirinê li dijî welatîyên Mûsilê da
Berpirsekê Neteweyên Yekgirtî hişyarî dane; hêzên Îraqê ku di şerê Mûsilê da kiryarên tolvekirinê li dijî sivîlan li ser binyatekê taîfî bikin.

Adama Dîng, biryarderê Neteweyên Yekgirtî yê nehêla komkujîyan, ragehand; di şerê Mûsilê da, her core tolvekirineka li dijî xelkê sivîl li ser binyatê taîfî bê kirin, nayê qebûl kirin.

Herwesa got: wan agehdarîya hikûmeta Îraqê kirîye ku pêdvîye operasyonên serbazî rêzgirtineka temam li qanûnên Nêvdewletî bigrin, pêdvîye jî rê li hemû hewlên tolvekirinê jî bê girtin.

Adama Dîng aşkere jî kir; berpirsatîya serkirdatî di stoyê desthilatdarên Îraqê daye, li hemberî her reftarekê jî ew berpirsin.

Hişarîyên Neteweyên Yekgirtî, piştî pişikdarîya heşda şebî di operasyona Mûsilê da hatine ku tirs heye, mîna Enbar kiryarên tolvekirinê bikin.

War,tv
Top