Mûsil: Supa Îraqê gihiştin taxê Kerame, Întîsar û Hemam Elîl
Operasyona rizgarkirina Mûsilê di roja xwe ya 17 da berdewame û piştî rizgarkirina taxê Gogcelî û baregehê kenalê Mûsil yê hikumî li alîyê rojhilat, supayê Îraqê gihişte derwazeyên taxên Kerame û Întîsar û niha şer bi dijwarî berdewame.
Dîsan li alîyê başur jî, îro, supayê Îraqê operasyona rizgarkirina taxê Hemam Elîl destpêkir û frokeyên Îraqî û hevpeymanan jî, bi berdewamî piştevanîya asmanî bo supayî dabîn dikin û Daişê li nava Mûsilê bombebaran dikin.
War.tv
