• Monday, 23 February 2026
logo

Mûsil: Supa Îraqê gihiştin taxê Kerame, Întîsar û Hemam Elîl

Gulan Media November 2, 2016 Nûçe
Mûsil: Supa Îraqê gihiştin taxê Kerame, Întîsar û Hemam Elîl
Hêzên Îraqî li rojhilata Mûsilî, gihiştine taxên Kerame û Întsar, li alîyê başur jî, operasyona rizgarkirina taxê Hemam Elîl destpêkir.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di roja xwe ya 17 da berdewame û piştî rizgarkirina taxê Gogcelî û baregehê kenalê Mûsil yê hikumî li alîyê rojhilat, supayê Îraqê gihişte derwazeyên taxên Kerame û Întîsar û niha şer bi dijwarî berdewame.

Dîsan li alîyê başur jî, îro, supayê Îraqê operasyona rizgarkirina taxê Hemam Elîl destpêkir û frokeyên Îraqî û hevpeymanan jî, bi berdewamî piştevanîya asmanî bo supayî dabîn dikin û Daişê li nava Mûsilê bombebaran dikin.

War.tv
Top