• Monday, 23 February 2026
logo

Di nava du heftiyan de neh hezar kes ji Mûsilê ber bi Herêma Kurdistanê koçber bûne

Gulan Media November 2, 2016 Nûçe
Di nava du heftiyan de neh hezar kes ji Mûsilê ber bi Herêma Kurdistanê koçber bûne
Di nava du heftiyên yekem yên operasyona rizgarkirina Mûsilê û derdûra wê, nêzîkê neh hezar kes bi ber bi herêma Kurdistanê koçber bûne.

Hoşeng Mihemed rêvebirê giştiyê senterê kirîzan di daxuyaniyekê de bo malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ji destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Mûsil û deverên derdûra bejêr ku roja 17ê meha çirya pêşîn wê operasyonê dest pê kiribû, nêzîkî neh hezar kes ber bi Herêma Kurdistanê ve koçber bûne ku piraniya wan ji deverên bakur, rojhilat û başûrê Mûsil in. Nêzîkî 80% ji wan koçber li parîzgeha Hewlêrê, li kampên Dîbege û Hesen Şam û 20% jî li kampa Zelîkan ku dikeve parêzgeha Duhokê, akinîcîkirine.

Mihemed di daxuyaniya xwe de gilî û gazinda ji civaka navdewletî dike ku weke pêwîst di warê koçber û penaberan de hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê nake.

Rêvebirê giştiyê senterê kirîzan diyar dike ku her çiqas amadekarî ji bo pêşwazîkirin û hewndina koçberên operasyona Mûsilê hatiye kirin, lê ew ji wê yekê ditirsin hijmareke gelek zêde ya koçberan qesta Herêma Kurdistanê bikin ku ji îmkanên wê derkeve. Tê çaverêkirina 260 hezar kes bi hev re bên û hemû dixwazin bi rêya çeperên pêşmergeyê Kurdistanê xwe bigehînin deverên aram.

Li gor Hoşeng Mihemed, Herêma Kurdistanê xwe ji bo pêşwazîkirina 33 hezar malpatan, ango 215 hezar koçberan amade kiriye ku 5 kamp li Hewlêr, 5 kamp li Duhokê û kemperk li Silêmaniyê jê re amadekirine, lê ew ji wê yekê ditirsin zêdetir xelk koçber bibe ku li gor hindek texmîna di ser nîv milyonê re dibe.

Weke tê zanîn operasyona rizgarkirina Mûsilê li 17ê maha çirya pêşîn, bi beşdariya hêza pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê bi hevkariya hevpeyamanan, dest pê kiribû û heta nuha piraniya deverên bakur, rojhilat û başûrê Mûsilê ji bin destê terorîstan hatine rizgar kirin.

Top