• Monday, 23 February 2026
logo

Kanada dê sala bê 300 hezar penaber werbigire

Gulan Media November 2, 2016 Nûçe
Kanada dê sala bê 300 hezar penaber werbigire
Hikûmeta Kanadayê ragihand, dê sala bê 300 hezar penaber werbigirin.

Wezîrê Koçberiya Kanadayê ragihand, ewê sala 2017, derdora 300 hezar penaber werbigirin û got, wergirtina penaberan bo zêdekirina nifûsa welêt, siyasetek baş e.

Kanadayê îsal jî bi hezaran penaber wergirt û wergirtina penaberan ji aliyê wî welatî ve heta niha jî didome.

Nifûsa niha ya Kanadayê 35 milyon e ku piraniya wan pîr in, ji ber wê jî pêwîstiya Kanadayê bi nifşek genc û jîr heye da ku bikaribe aboriya xwe pê aktîf bike.

Kanada welatekî Amerîka Bakûr e, hevsînorê Amerîka ye û gelekî mezin e lê nifûsa wê li gorî mezinahiya rûbera welêt pir kêm e.

Basnews
Top