Serokê MHPê: Divê Tirkiyê alaya xwe li Qendîl û Şingalê hilde
Baxçelî do gotara xwe de piştigiriya xwe jibo cîbicîkirina sizaya bidarvekirinê li Tirkiyê derbirî û got: “Heger AKPê wê sizayê bîne parlemento, em wek MHPê em dê deng bi belê bo yasaya bidarvekirinê bidin.”
Di beşekî din de ji axaftina xwe daxwaza ji Hikûmeta Tirkiyê kir ku, bi ti şweyî rê nedin ku PKKê Şingalê bike Qendîlek din.
Herwiha got: “Pêwîste Tirkiyê rê nede PKKê li Şingalê bihêz bibe û Şingalê bi Qendîlek din, bi nerîna min divê Tirkiyê alaya Tirkiyê li Qendîl û Şingalê jî bilind bike.”
k24
