• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê MHPê: Divê Tirkiyê alaya xwe li Qendîl û Şingalê hilde

Gulan Media November 1, 2016 Nûçe
Serokê MHPê: Divê Tirkiyê alaya xwe li Qendîl û Şingalê hilde
Serokê MHPê Dewlet Baxçelî di gotara xwe ya heftiyane di parlementoya Tirkiyê li pêşiya endamên partiya xwe di parlemento de ragehand ku, divê Tirkiyê bilez yasaya bidarvekirinê cîbicih bike, herwiha daxwaz kirk u Alaya Tirkiyê li Qendîl û Şingalê were bilindkirin.

Baxçelî do gotara xwe de piştigiriya xwe jibo cîbicîkirina sizaya bidarvekirinê li Tirkiyê derbirî û got: “Heger AKPê wê sizayê bîne parlemento, em wek MHPê em dê deng bi belê bo yasaya bidarvekirinê bidin.”

Di beşekî din de ji axaftina xwe daxwaza ji Hikûmeta Tirkiyê kir ku, bi ti şweyî rê nedin ku PKKê Şingalê bike Qendîlek din.

Herwiha got: “Pêwîste Tirkiyê rê nede PKKê li Şingalê bihêz bibe û Şingalê bi Qendîlek din, bi nerîna min divê Tirkiyê alaya Tirkiyê li Qendîl û Şingalê jî bilind bike.”

k24
Top