DAIŞê 40 leşkerên Iraqê kuştin û cenazeyên wan avêtin Çemê Dîcleyê
Ravîna Şamsadanî îro sêşemî 1ê Mijdar a 2016 di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên DAIŞê roja şemiya bihorî 40 leşkerên berê yên Artêşa Iraqê li Mûsilê kuştine û paşê termên wan avêtine nav Çemê Dîcleyê.
Berdevka Ofîsa Mafên Mirov a Netewên Yekbûyî herwiha da xuyakirin: “DAIŞ hewl dide, 25 hezar kesên sivîl weke mertalên mirovî di şerê Mûsilê de bi kar bîne.”
Şamsadanî dilgiraniya Netewên Yekbûyî li hember bi kar birina welatiyên sivîl weke mertalên mirovî ji aliyê DAIŞê ve anî ziman û got: “Di heyama du hefteya bihorî de, DAIŞê bi mebesta bi kar birina wan weke mertalên mirovî, cihê bi hezaran welatiyên sivîl bi wan guhertiye û ew birine eniyên pêş ên şer.”
Ew yek di demekê de ye, ku operasyona kontrolkirina Mûsilê berdewam e û îro duşemî 1ê Mijdarê hêzên iraqî derbasî nav yekemîn taxa bajarê Mûsilê, taxa Gogcelî li aliyê rojhilatê bajêr bûn.
Operasyona kontrolkirina Mûsilê di roja 17ê Cotmeha 2016an de dest pê kir û îro derbasî roja xwe ya 16emîn bû.
Rudaw
