Dîplomatê biyanî pirtûka xwe pêşkêşî Dr. Qasimlû û Dr. Şerefkendî kir
Konsulê berê yê Fransa li Hewlêrê pirtûkek derbarê bîrhatinên xwe yên li Herêma Kurdistanê belav kir.
Frederic Tissot bîreweriyên xwe yên li Kurdistanê di pirtûkeke bi navnîşana “Mirovek Bi Pê Ve” belav kir, ku tê de behsa wan salan dike, ku li Kurdistanê bûye.
Îro duşemî 31ê Cotmeha 2016, Navenda Xezelnûs li bajarê Silêmaniyê merasîmek bo belavkirin û nasandina pirtûka konsulê berê yê Fransa saz kir.
Di merasîma nasandina pirtûka xwe de jî, Tissot ragihand, ku wî ew pirtûk pêşkêşî her du rêberên berê yên PDKÎyê Dr. Ebdurehman Qasimlû û Dr. Sadiq Şerefkendî kiriye.
Derbarê sedema wê yekê de jî, konsulê berê yê Fransa yê li Hewlêrê da xuyakirin, ku wî bi rêya Dr. Qasimlû û Dr. Şerefkendî, milletê Kurd nas kiriye, lewma kitêba xwe pêşkêşî wan kiriye.
Di merasîma nasandina pirtûka Frederic Tissot, her du aliyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Partiya Demokrata Kurdistanê jî amade bibûn.
Piştre Tissot semînarek derbarê ezmûna xwe û hevalên xwe saz kir.
Rudaw
