MÛSIL – Li ber deriyê bajêr şer giran bû!
Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Firqeya Zêrîn a Artêşa Iraqê ketine nav kargehên Gogcelî ya lirojhilatê Mûsilê û dixazin ber bi taxên nav bajêr ve pêş bikevin.”
Peyamnêrê me da zanîn ku firokeyên şer ên hevpeymanan li esmanan ve topxaneyên Artêşa Iraqê jî di erdî ve pêgehên DAIŞê bombebaran dikin.
Fermandariya Orepasyonên Nînowa ragihand ku di 16 rojên operasyonê de heta niha 2 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Li gorî daxiyaniya Fermandariya Orepasyonên Nînowayê, ji bakûrê bajêr ve Firqeya 16 gihiştiye navçeya Şelalat û li bakurê rojhilat ve jî ji eniya Nawêran ve 10 kîlometre pêşve çûne.
Hêzên Artêşa Iraqê ji başûr ve jî gihiştine ber deriyê Mûsilê. Di vê eniyê de Firqeya 9 û 15 û herwiha hêzên Polîsên Federalî 35 kîlometreyan pêşve çûne.
Ev 3 roj in ji başûrê rojavayê Mûsilê ve hêzên Heşda Şeibî û Firqeya 9 a Artêşa Iraqê operasyonê dikin. Ev hêz heta niha 40 kîlometreyan pêşve çûne.
Rudaw
