• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandeyê hêza bejahî ya artêşa Iraqê: Me aliyê rojavayê Mûsilê daye Heşda Şeibî

Gulan Media November 1, 2016 Nûçe
Fermandeyê hêza bejahî ya artêşa Iraqê: Me aliyê rojavayê Mûsilê daye Heşda Şeibî
Fermandeyê hêza bejahî ya artêşa Iraqê eşkere kir ku Heşda Şeibî tevlî operasyona azadkirina Mûsilê dibe û aliyê rojavayê Mûsilê jî radestî wan hatiye kirin.

Fermandeyê hêza bejahî ya artêşa Iraqê, Celal Riyaz ji BasNewsê re got, Heşda Şeibî, çawa ku tevlî operasyona azadkirina Fellûce, Rumadî û Bêcî bûn dê di şerê azadkirina Mûsilê de jî rola xwe bilîzin û bi ser kevin.

Celal Riyaz her wiha got, emê hefteya bê erkên Heşda Şeibî di şerê Mûsilê de diyar bikin û aliyê rojavayê Mûsilê radestî wan bikin.

Wî fermandeyê artêşa Iraqê anî ziman, ew pilanên ku bo şer tên danîn, her roj yan jî du rojan carekê tên guhertin ji ber wê jî dijmin nikare pilanên wan deşîfre bike.

Fermandeyê hêza bejahî ya artêşa Iraqê da zanîn ku hêzên Iraqê ji destpêka operayona Mûsilê ve heta niha pêşde diçin û çekdarên DAIŞê jî hertim paşde diçin.

Li gorî wî rayedarê artêşa Iraqê, ew nikarin bêjin operasyona Mûsilê dê çend rojan bikşîne lê ew dikarin texmîn bikin ku paqijkirina Mûsilê dê çend hefteyan bikşîne.

Basnews
Top