• Monday, 23 February 2026
logo

Mamostayek: Beşek mezin ji xwandekarên Silêmaniyê dest ji xwandinê berdane

Gulan Media November 1, 2016 Nûçe
Mamostayek: Beşek mezin ji xwandekarên Silêmaniyê dest ji xwandinê berdane
Endamekî Desteya Mamostayên Nerazî ragehand ku hejmanrek zêde yên xwandkaran li sînor Silêmaniyê dest li xwandinê heldigirên.

Roja sêşmê(01/11/2016) mamostayên nerazî li sînorên Silêmaniyê, li dijî kêmkirina mûçe li ber deriyê Perwerdeya Silêmaniyê xwenîşandin kirin.

Endamê Desteya Mamostayên Nerazî, Adil Hesen ji BasNewsê re ragehand, mamostayên nerazî peyameke zelal ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku bêguman ew jî li ber çav derbaskirina sîstema paşkfeta mûçe ye. Heta daxwazên me bi temamî pêk neyên ême li baykotkirinê berdewam bin.

Mamosta Adil Hesen pêşbînî dike ku eger sîstem çênebe dibe ku proseya xwandinê bi temamî raweste, li ber wê jî em daxwaz dikin ku Wezareta Perwerde zextê bIxe ser Wezareta Darayî heta ku wê sîstemê li ber çav derbas bikin.

Bi gotina wî mamostayî, hejmarek mezin ji xwandekarên Silêmaniyê dest ji xwandinê berdane û kêm maye proseya xwandinê bi temamî têk biçe.

Basnews
Top