• Monday, 23 February 2026
logo

Pentagon: Em piştgiriyê nadin operasyonê!

Gulan Media November 1, 2016 Nûçe
Pentagon: Em piştgiriyê nadin operasyonê!
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Peter Cook ragihand, di şerê Mûsilê de Amerîka û hêzên hevpeymanan bi ti awayî alîkariya Heşda Şeibî nakin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon), Peter Cook di bersiva pirsyareke Rûdawê de li ser hemahengiya hevpeymaniya navdewletî li gel hêzên Heşda Şeibî di şerê Mûsilê de red kir, ku ew piştgiriyê bidin wan hêzan û herwiha red kir, ku ti hevkariyek di navbera wan de hebe.

Peter Cook ji Rûdawê re got: “Hêzên hevpeymanan bi ti awayekê alîkariyên milîsên Heşda Şeibî nakin, ku li rojavayê Mûsilê operasyon dest pê kirine.”

Cook herwiha da xuyakirin, ku ti pêwedniyeke wan bi Heşda Şeibî nîne û hemahengî jî di navbera wan de nîne.

Roja şemî 29ê Cotmeha 2016, Heşda Şeibî bi awayekê fermî tevlî operasyona Mûsilê bû û li başûrê rojavayê Mûsilê ve dest bi operasyonên xwe li dijî DAIŞê kir.

Îro duşemî 31ê Cotmeha 201 jî, Heşda Şeibî ragihand, ku di heyama operasyonê de, 17 gund ji destê DAIŞê rizgar kirine.

Pêştir Berdevkê Serbazî yê Heşda Şeibî, Yûsif Kîlabî di daxuyaiyekê de ji Rûdawê re ragihandibû: “Ev mêhwer (rojavayê Mûsilê) taybet e bi Heşda Şeibî û hemû hêzên Heşda şeibî dê beşdarî di operasyonê de bikin.”

Kîlabî herwiha ragihand: “Li hemû eniyên şer em ber bi armancên diyarkirî pêngavan davêjin, ber bi kontrolkirina Tileferê û qutkiirna hêla pêwendiya çekdarên DAIŞê ya bi Reqayê û Sûriyê re.”

Daxuyaniya Pentagonê di demekê de ye, ku Tirkiye jî bi tundî li dijî beşdarbûna Heşda Şeibî di operasyona Mûsilê de ye.

Hikûmeta Enqerê ji zarê berpirsên herî pilebilind ê xwe ve ragihandiye, ku eger Heşda Şeibî tevli operasyonê bibe û gefek li ser tirkmen û erebên sunnî çê bike, Tirkiye dê helwestek din li xwe nîşan bide.

Li ser beşdarbûna Tirkiyê di operasyona Mûsilê de, nakokiyek tund di navbera Bexda û Enqerê de derketiye û Iraqê red kir, ku hêzên Tirkiyê di operasyonê de beşdar bibin.

Iraqê herwiha hêzên leşkerî yên Tirkiyê ku li kampa Başîkê bicih bûne, weke hêzeke dagîrker bi nav kir û daxwaz ji Enqerê kir, ku leşkerên xwe ji axa Iraqê vekişîne.

Rudaw
Top