Fermandeyekî Pêşmerge: Tevahiya gundên Başîkê hatine rizgarkirin
Fermandeyê operasyonên Pêşmerge li Başîkê, Nûredîn Husên Herkî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, tevahiya gundên bajarokê Başîkê ji aliyê Pêşmerge ve hatine azadkirin. Tîmên pûçkirina mîn û teqemeniyan mijûlî pûçkirina mîn û bomban in.
Nûredîn Husên Herkî her wiha gotiye, pûçkirin û paqijkirina mînan karekî zehmet e ji ber wê jî pêwîstî bi wext heye.
Wî fermandeyê Pêşmerge daye zanîn ku tenê bajarokê Başîkê maye, ew jî ji aliyê Pêşmerge ve hatiye dorpêçkirin.
Fermandeyê operasyonên Pêşmerge li eniya Başîkê ev jî gotiye ku çekdarên DAIŞê yên ku tê de asê mane, hinek caran hewl didin birevin lê hêzên Pêşmerge nahêlin. Em li benda fermanê ne da ku derbasî nav bajêr bibin û wir jî azad bikin.
Basnews
