Civata Awropa hişyarî da Tirkîyê
Piştî serok komarê Tirkîyê Receb Tayib Erdogan doh ragehand, eger perlemanê Tirkîyê sizayê bidarvekirinê pesend bike, ew dê îmza bike, civata Awropa Tirkîyê li her core pêngaveka bi wî awayî hişyar kir, û ragehand, pesend kirina sizayê bidarvekirinê li Tirkîy berevajî prensîbên civata Awropa ye ku Tirkîyê jî endama wê ye.
Ji alîyê xwe ve wezîrê derve yê Nemsa Spastîn Kroz ragehand, sizayê bidarvekirinê, karekê ne mirovaneye û divê li seranserî cîhanê bê rakirin, got jî Tirkîyê bi pesendkirna wî sizayî dê derîyên Yekîtîya Awropa li xwe bigre.
War.tv
