Asayîşa Silêmanî: 40 terorîst hatine girtin!
Li gorî nûçeyên medyaya Yêkîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Asayîşa Silêmaniyê bi hevkariya Asayîşa Germiyanê û Rojava, herwiha bi pêşengiya Serokê Dezgeha Azayîşa Herêma Kurdistanê, li parêzgehên Silêmaniyê, Helebce, qezayên Germiyan û Raperînê, li dijî terorîstan operasyon hatine kirin.
Hate gotin ku di encama van operasyonan de 40 terorîst hatine binçavkirin.
Li gorî nûçeyan ev kesên hatine binçavkirin, hewldane roja 21ê Cotmehê, hevdem ligel êrîşa DAIŞê ya li ser bajarê Kerkûkê, li Silêmanî, Germiyan û deverên din jî dest bi êrîşekî bikin û sazî û dezgehên hikûmî û avahiyên partiyan kontrol bikin.
Ligel kesên hatine girtin 40 telefonên ji bo vedana bombeyan hatgibûne amadekirin, hatine destdeserkirin.
Zêdetirê 100 çekdarên DAIŞê roja 21ê Cotmehê êrîşê çend ciheke cuda yê bajarê Kerkûkê kirin.
Piştî êrîşê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞiyan de şer û pevçûn derket. Piştî pevçûnên çend rojan, piraniya çekdarên DAIŞê hatine kuştin û berpirsên êrîşan jî hatine girtin.
rudaw
