‘Ebadî çû eniyekî şerê dijî DAIŞê’
Li gor ragehandina buroya ragehandina serokwezîrê Iraqê, îro 31.10.2016ê serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Heyder Ebadî bi helîkopterekî leşkerî geheştiye nahyeya Geyareyê ya bajarê Mûsilê.
Di serdana xwe de Heyder Ebadî li gel fermandarên leşkerî yên herêmê civiya û serdana leşkeran kiriye.
Îro hêzên Iraqê qonaxa dûyem a operasyona rizgarkirina Mûsilê ji sê baskan ve li ser aliyê çepê yê Mûsilê dan destpêkirin.
Basnews
