• Monday, 23 February 2026
logo

‘Ebadî çû eniyekî şerê dijî DAIŞê’

Gulan Media October 31, 2016 Nûçe
‘Ebadî çû eniyekî şerê dijî DAIŞê’
Serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê serdana eniya şer a dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ya parêzgeha Nînowa kir.

Li gor ragehandina buroya ragehandina serokwezîrê Iraqê, îro 31.10.2016ê serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Heyder Ebadî bi helîkopterekî leşkerî geheştiye nahyeya Geyareyê ya bajarê Mûsilê.

Di serdana xwe de Heyder Ebadî li gel fermandarên leşkerî yên herêmê civiya û serdana leşkeran kiriye.

Îro hêzên Iraqê qonaxa dûyem a operasyona rizgarkirina Mûsilê ji sê baskan ve li ser aliyê çepê yê Mûsilê dan destpêkirin.

Basnews
Top