Li Geverê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
Li herêma Oremar ya Geverê, leşkerên Artêşa Tirk ku derketibûn operasyonê, piştî nîvro bûn armanca êrişê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).
Di navbera leşkeran û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket. Di encamê de û li gor agahiyên destpêkê 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Hat ragehandin, operasyona artêşa Tirk li wê deverê berdewam dike.
K24
