• Monday, 23 February 2026
logo

Li Geverê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Gulan Media October 31, 2016 Nûçe
Li Geverê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
Li bejahiya navçeya Geverê ya Colemêrgê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Li herêma Oremar ya Geverê, leşkerên Artêşa Tirk ku derketibûn operasyonê, piştî nîvro bûn armanca êrişê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).

Di navbera leşkeran û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket. Di encamê de û li gor agahiyên destpêkê 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Hat ragehandin, operasyona artêşa Tirk li wê deverê berdewam dike.

K24
Top