• Monday, 23 February 2026
logo

Demîrtaş: Erdogan ewlehiya Tirkiyê têk dide

Gulan Media October 31, 2016 Nûçe
Demîrtaş: Erdogan ewlehiya Tirkiyê têk dide
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar dike ku Serokomarê Tirkiyê dê bin bikeve û ewlehiya Tirkiyê jî têk bide.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş îro di kongireyeke rojnamevaniyê de li Enqerê ragehand ku AKP dezgehên çapemeniyê pal dide ku li dijî HDPê kar bikin û ew yek jî wek amadekariyek bo hilbijartinê da zanîn.

Selahedîn Demîrtaş bêyî ku navê Erdogan bîne ser ziman, got ku hewlên Serokomarê Tirkiyê bo pêkanîna sîstema serokatiyê dê rastî şikestê bê.

Li gorî Demîrtaş, hewlên Erdogan û AKPê bo avakirina sîstema serokatiyê dê ewlehiya Tirkiyê têk bide.

Serokomarê Tirkiyê û Partiya desthilatdar(AKP) hewl didin ku sîstema birêvebirina Tirkiyê ji parlemaniyê bo serokatiyê biguherînin.

basnews
Top