Li ser sînorê Girê Spî Tirkiyê dîwarekê ava dike
Pitî bajarê Nisêbîn, Serê kaniyê û çendîn deverên sînorî, niha li bajarê Girê Spî jî Artêşa tirkiyê dest bi kolana xendeqan kir û sînorê Rojavayê Kurdistanê bezand daku, dîwarekê di navbera xwe û Rojava de ava bike.
Tirkiyê bi hiceta ku, rêgiriyê ji derbasbûna welatiyan ji Rojava bo Bakurê Kurdistanê re biger wî dîwarî ava dike û xendeqan dikole.
Ji destpêka şerê li Sûriyê û heta niha, bi dehan welatiyên Kurdî dema dixwestin ji Rojava biçin Bakurê Kurdistanê ji aliyê Artêşa Tirkiyê rastî guleyan dihatin, di encam de gelek sivîl dihatin guştin, di nav wan de zarok û jin hebûn.
K24
