• Monday, 23 February 2026
logo

ROJAVA - Aliyên siyasî bi yek helwestê li dijî Tirkiyê ne

Gulan Media October 31, 2016 Nûçe
ROJAVA - Aliyên siyasî bi yek helwestê li dijî Tirkiyê ne
Li hember êrişên artêşa Tirkiyê li ser gundên herêma Efrînê, aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yekdeng in û destêwerdana Tirkiyê red dikin. Lê ENKS di heman demê de, rexneyê li siyaseta PYDê digre.

Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso dibêje ku ew li dijî destêwerdana welatên biyanî li xaka Suriyê ne, lê ew ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Jî dixwaze ku weke partiyeke Rojavayê Kurditsanê kar bike û ne di bin sîwana PKKê de be.

Partiyên Rêveberiya Xweser bêdengiya Amrîka û Rûsya li hember êrişên Tirkiyê şermezar dikin û dibêjin ku di şerê DAIŞê de, berjewendiyên wan bi hêzên kurdî re ne.

Bi nerîna Hevbendiya Niştimanî başdariya Tirkiyê di şerê Suriyê de bi erêkirina dewletên zilhêz û yên herêmî bûye.

Li gor Sekreterê El Partî Nesridîn Îbrahîm şikestina DAIŞê li pêş hêzên kurdî hiştiye ku Tirkiyê êrîşên xwe li ser herêma Efrinê tundtir bike.

Di nava çend rojên derbasbûyî de, hêzên Tirkiyê çend navend û cihên YPGê li Herêma Efrînê kiribûn armanc û di encamê de bi dehan şervanên YPG şehîd û birîndar ketibûn.

Herwiha Hikûmeta Tirkiyê hêzên zêde anîne ser sînorên Efrînê û teqe li xwepêşanderên kurd li nêzîk gundê Sûrkê kirine û di encamê de çend gundiyên sivîl birîndar bûne.

Rudaw
Top