Sunniyên Bexdayê: Milîsên şîe bi hêceta endamtiya DAIŞê me dikujin!
Welatiyekî sunnî, ku xelkê gundekî Bexdayê ye û gundê wan nêzîkî Fellûcê ye, ji malpera iraqî ya “alaraby” re gotiye, di dema operasyona azadkirina bajarê Fellûce de çekdarên Heşda Şeibî êrişî malên me dikirin û xelkê gund dikuştin.
Wî welatiyê iraqî her wiha gotiye, her gava ku şerê hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê germ dibe çekdarên Heşda Şeibî êrişên xwe li ser malên sunniyan zêdetir dikin û bi hêceta ku endamên DAIŞê ne, dikujin.
Di heyama operasyona azadkirina Fellûcê de hinek vîdyo hatibûn belavkirin ku dihat dîtin milîsên şîe tiştên sosret tînin serê welatiyên sunnî, serê wan dibirrin û bi saxî dişewitînin.
Basnews
